Kuçeya ku bi sîwana hatibu xemilandin û di nava welatîyan de navê wê bubu kuçeya bi sîwan di meha reşemîyê de ji ber zêdebarîna berfê sîwan ketibun xwar û ji alîyê xebatkarên Şaredarîyê ve hatibûn danehev.
Li ser daxwaza şênîyên kuçeyê ku careke din serê kuçeyên bi sîwanan were girtin Wekîlê Serokê Şaredarîyê Hulusî Şahîn tevî alîkar û gerînendeyên yekeyan ji bo lêkolîna çûn serdana kuçeya bi sîwan.
Wekîlê Serokê Şaredarîya me li daxwaz û dîtinên şênî û esnafên kuçeyê guhdarkirin û da z anîn ku kuçe dê bi xebateke xweşiktir bigihije rewşa xwe ya berê.
